söndag 18 december 2011

Seydayê hêja Mele Ismet û berhemên wî

Hevpeyvîn: Amed Tîgrîs


Amed Tîgrîs: Seyda tu bi xêr û ser çavan hatî. Belê em neha li Îzmîrê li Fuara Pirtûkan, li parkê ne. Seydayê hêja jî li ba me ye. Ez dixwazim tu bi kurtî xwe bidî naskirinê, navê xwe, ji kur î?
Mele Ismet: Navê min Îsmetullah e, hema kurt dibêjin Îsmet, di nifûsê de jî Îsmet Kiliçaslan e, weya bi kod dibêjine min Mele Îsmet. Xelkê Tetwan ji gundê Çorsênê me. Min xwendina xwe yê medresê li gundê xwe dest pê kir. Piştî wê ez çûme gundê seydayê xwe Mele Ebdulsemet li Uranis melatî dikir, min li ba wî xwendina xwe kir û min li wir xwendekariya xwe bi dawî anî. Piştî wê îcar ez çûme gundan û min melatî kir. Li gelek gundan min melatî kir. Min ewil li Prûsê kir, salek li Kinasor kir.


A. Tîgrîs: Li kur in ev gund seyda?
M. Ismet: Ev Reşadî ne, gundên Tetwanê ne. Ji wir paş ve çûme Wanê, gundek dibêjinê Qeregunduz, gundê Kuresinyan in, ecem in, li wir jî min salek melatî kir, ji wir ez hatim Xelatê, li wir salek fermî bi qadro min îmamtî kir, lê dîsa jî min îstîfa kir û ji wir çûme gundê Avetaxê û bûme melayê gund. Sal hingê 1964 bû. Di wê salê de hilbijartinek çêbû, Zîya Şerefxan bû berendamê senatoyê, min li wir gelek xebatên xweş kirin û ez bi piyan diçûm gundên der û dor û yên dûr ên çiyan ku wesayît nikaribûn biçin û li wan gundan digeriyam, ji bo hilbijartinan.


A. Tîgrîs: Seyda ez dixwazim li vir tiştekî pirs bikim; Hem di dema feqîtî û hem jî ya melatiyê de we bi tenê bi erebî dixwend, an bi kurdî jî we dixwend?
M. Ismet: Neha hin kitêbên me yên erebî hebûn û hin kitêbên me yên kurdî hebûn lê kitêbên kurdî jî ji bo erebî bûn, yanê ji bo rêzimana erebî, bi kurdî dihate xebitandin lê dîsa jî eynî rêziman xizmeta rêzimana erebî bû. Mesela digotin ev fêêla çi ye, fêêla mazî ye, fêêla zemanê borî ye, bi vê şeklê hanê li ser peyvên erebî, bi kurdî dihatin şirovekirin.


A. Tîgrîs: Bi kurdî qet tişt tunebûn?
M. Ismet: Bi kurdî bi xwe tu tişta ku hebû jî dîsa ji bo erebî bû, ne ji bo kurdî. Mesela şerxa Amila Gurganî hebû, ewan digotinê curcanî, em dibêjin gurganî, xelkê Gurganê bûn. Gurgan şehrekî Îranê ye, lê ereb nizanin bêjin gurgan, dibêjin curcan.


A. Tîgrîs: Baş e seyda piştî ku te li Kurdistanê melatî kir, çima paşê tu hatî Îzmîrê?
M. Ismet: Piştî ku min melatî bi dawî anî xizmeta xwe ya fermî xelas kir, ez karkenar bûm, paşê min mala xwe anî Îzmîrê.


A. Tîgrîs: Çend sal e hûn li Îzmîrê ne?
M. Ismet: 12 sal in.


A. Tîgrîs: Piştî hûn hatin Îzmîrê, we xebatên xwe yên li ser ziman û wêjaya kurdî domand û têkiliyên we bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re jî çêbûn. Hûn dikarin hinek bahsa wan jî bikin.
M. Ismet: Belê. Sala ku Enstîtu hate damezirandin, ez jî bûme endam. Em bi hev re çûne Stenbolê. (Mele Reşîd li kêlaka wî rûniştiye, ji bo wî dibêje A:T) Mûsa Anter, Feqî Huseyn û gelek hevalên me yên din hebûn. Îsmaîl Beşîkçî jî hebû û bû serokê Enstîtuyê, lê bi kurdî nedizanî û ji lewra jî got ez nikarim serokatî bikim, lewra ez bi kurdî nizanim û ev jî saziyek e ku divê kurdî bi pêş ve bibe. Ew ji serokatî derket êdî serok bû hevalekî me yê din. Ew jî guherîn û guherîn, neha Samî Tan serokatiya Enstîtuyê dike.


A. Tîgrîs: Belê seyda, heya neha çi kar û xebatên we bi xwe, an bi kesên din re çêbûne li ser ziman û wêjaya kurdî?
M. Ismet: Hinekî pirtûkên kurdî ku bi xetên erebî bûn, me tîpguhêzî kir û ew bi xetên latînî nivîsîn.


A. Tîgrîs: Yên ku te bi xwe kirine hene û yên ku te bi hevalên xwe re kirine hene, ne wisa?
M. Ismet: Belê, yên ku min bi xwe kirine, pêşî Mizhefa Reş û Kitêba Cilwe min wergerandin û tîpguhêzî jî kirin.


A. Tîgrîs: Ew neha derketine, çapkirî ne an na?
M. Ismet: Na xêr, neçapkirî ne, lê gelek ji wan fotokopiyên wan me belavkirin, lê li tu derî jî nehatine çapkirin.


A. Tîgrîs: Baş e karên ku te bi kesên din re kirine çi ne?
M. Ismet: Min û Mele Reşîd bi hev re me tîpguhêziya kitêba Feqiyê Teyran kir.


A. Tîgrîs: Kîjan Mele Reşîd?
M. Ismet: Mele Reşîd kurê seydayê min e, ev ê neha li ba min. Kurê seydayê min e, Seydayê Mele Evdil Semed, ew jî Tetwanî ye, bi eslî xwe Bekirî ne. Me bi hev re di bînaya Enstîtuyê de van xebatan kirin. Hevalek me din jî hebû, em sisê bûn esas, me qerar dida wî jî, kurdî bi tîpên latînî xweş zanibû û dinivîsî. Ew hevalê me jî xelkê Erziromê bû, di danişgehê de dixwend. Navê wî çi bûş (Ji Mele Reşîd pirs dike ku li kêlaka wî rûniştiye, lê nav nayê bîra Mele Reşîd jî. A:T) Navê wî ji bîra me çûye neha, wî jî alîkariya me dikir, lê belê me navê wî nenivîsiye, me heqaret lê kiriye.


A. Tîgrîs: Ew pirtûk derketin?
M. Ismet: Belê, derketin.


A. Tîgrîs: Tiştekî ku neha li ser dixebitî heye?
M. Ismet: Belê, neha jî 3 cild Kitêba Merdûxî heye, Meşahîrên Kurd dibêjinê, yanî Navdarên Kurd.


A. Tîgrîs: Bi çi zimanî ye?
M. Ismet: Farisî bû, ez û Mele Reşîd me wan wergerandiye kurdî, tîpên latînî. Cilda ewil Mele Reşîd, cilda duduyan min û cilda sisiyan jî nîvî ez û nîvî Mele Reşîd me wergerandine. Me li hev parve kir. Lê ew jî hîn nehatine çapkirin. Amade ne û me teslîmê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kirine, gereke çap bibin.
Kitêbek Seydayê Mele Sadiq, di derbarê dîn û neteweperweriya kurd de ku di dema îslamê de çewa bûye, heye. Bi erebî ye, me ew jî wergerandiye kurdî û tîpên latînî. Ew jî amade ye û ew jî hîn nehatiye çapkirin. Û yê dîtir jî li ser Jînenîgariya Qazî Muhammed hatiye nivîsîn 140 rûpelên bi farisî ne, me ew jî zivirandiye kurdî, ew jî hêj nehatiye çapkirin, lê feqet hêj xelas nebûye, di destê min de 4-5 rûpelên wê mane hej min temam nekirine, piştî ku me ev qedand, ez ê sererast bikim.


A. Tîgrîs: Seyda hûn ji du zimanan werdigerînin, ji farisî û erebî?
M. Ismet: Belê û ji osmanî jî. Neha hevalê me Mele Reşîd kitêbekî ji osmanî werdigerîne kurmancî. Ew jî kitêbek gelek xweş e, hinek belgeyên rind in. Di derbarê kurdan de hatiye nivîsandin û ji nav belgeyên Osmaniyan hatiye berhevkirin.


A. Tîgrîs: Seyda, wek we got hûn ji sê zimanan werdigerînin, baş e zahmetiyên we çi ne di van wergeran de?
M. Ismet: Welahî zahmetiyê ku em dikşînin, di kurmancî de hin peyvên ku hinek bi awayekî, hinek bi awayek din dinivîsin, em di wan deran de gelek zahmetî dikêşin ka em çawa binivîsin. Mesela hevalekî di kitêba xwe de bi awayekî nivîsiye, yekî din jî bi awayekî din nivîsiye. Di tewangan de bilxase. Xeynî tewangan jî, di îmlayê de, di rastnivîsê de herkes wek hev nanivîse, em di wan deran de hindek zahmetî dikêşin, ka em wekî kî binivîsin dê rasttir be, baştir be. Em di wê derê de hindek tengasî, dikêşin.


A. Tîgrîs: Tiştên ku tunin jî hene seydaş Em bêjin hinek hene hev nagirin. Hûn dibêjin ku hene, her yek gor xwe dinivîse, lê hinek jî tunin, dema tunebin hûn ew çawan dikin?
M. Ismet: Yên ku di kurmancî de tunin, em lê digerin û soraniya wan dibînin, eger me soraniya wan, nedît, em farisiya wan dibînin û me farisiya wan jî nedît, em yek jê re çê dikin. Em bi awayekî wisa xweş çêdikin, mesela dema din min ji we re erz kir, min got min ji erebî werdigerand, "mutebehir" hebû, min got ecêba ez mutebehirê binivîsim, dikare neyê fam kirin ku mutebehir yanê çi! Em bi awayekî wisa binivîsin ku xelk bizanibe yanî çi. Min jî got bahir yanî bi maneya deryayê ye, mutebehir di erebî de yanî weke bahrê, yanê ev însanê han di zanînê wek bahrê ye. Wek ku wisane, min jî got deryabîr, deryabîr, yanê mutebehir.


A. Tîgrîs: Baş e ciyê xwe digire?
M. Ismet: Belê, min ji hinekan re got, pir li xweşa wan hat. Lê feqet ev çêkirina min e û ez dibêjim ev çêkirina min e. Ez bi xwe jî li dijî me ku mirov bi xwe tiştan çê bike. Ez lê dixebitim ku heya bibînim. Di peyva ellame de jî weha bû, ez lê geram û min dît.


A. Tîgrîs: Seyda, gelek hene ku kurd in. Heta dema mirov bi wan re dipeyîve, mîna hest ji mirov zêdetir kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên din dinivîsin.
M. Ismet: Ez dibêjim, dijminayiya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kuşt, dêmek ku wî sîlehek çêkiriye ku zimanê mirov bikuje. Neha rexne li Ozgur Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tiştên xweş dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadiya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizaniya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebiyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin.


A. Tîgrîs: Neha wek we got, Azadiya Welat heye, televizyonên kurdî hene, weşanên kurdî hene, di kurdiya van weşanan de hinek kurdiya çêkirî hene, hinek ji wan ne giramerî ne, mehelî ne, tu di vî warî de çi dibêjî?
M. Ismet: Ez dibêjim ew jî xetereyek gelek gelek mezin e, lewra neha bi taybet televizyon, an jî em bêjin Azadiya Welat, şaşiyên ku dikin, şaşiyên gelek mezin in û ev şaşî li nav xelkê belav dibin û mirov dibêjin qey ev şaşî hemî rast in. Mesela ez çûme televizyonê min ji Reşad re got hûn dibêjin rêvebir, şaş e, rêvebir yanî yê ku rê dibire, bêjin rêveber, yanî yê ku bi rê ve dibe, got baş e, welehî rast e xebera te ye. Ez hatim û çendekî gotin rêveber, paşê car din gotin rêvebir. Îsal guhdar dikim, car din dibêjin rêveber, lê Mahmûd hêj jî dibêje rêvebir.


A. Tîgrîs: Seyda pirsa dawî: Ji bo pêşerojê, hinek dibêjin paşeroj, hinek dibêjin pêşeroj, ez dibêjim pêşeroj, ji bo rojên pêş, tu dibêjî çi ji bo zimanê kurdî, pêşeroja wî ronahî ye, tarî ye, pêş ve diçe, kurdî ji navê radibeş Tu li bajarên tirkiyê rûdinêyî, çawan dibinî vê rewşê?
M. Ismet: Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vî rewşî bidome, heya bîst, sî salên din kurdî xelas dibe, lewra herkesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Wexta bi tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî kurdî ji bîr dikin, kurdî nizanin. Piştî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi kurdî nizanin, wê demê kurdî jî bi wan kesan re dimire, kurdî namîne, neslekî ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibe, ji kurdî derbasî tirkî dibe, ji me re nabe nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînê kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoşim û di vê têkoşîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înşaallah ez ê bi ser bikevim.


A. Tîgrîs: Baş e seyda, spas dikim û serkeftinê dixwazim.


¤ 29 nîsan 2006 - Îzmîr


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar