måndag 19 december 2011

HEVALÊ BI RÊZ ŞADREWAN FEQÎ HUSEYN



Ismet KILIÇARSLAN    

Her çend ew şadrewan çûye ser dilovaniya Xwedê, lê niha jî di hemû dem û saetan de tim di jiyana min de ye. Lewra ji zarotiya min û vir ve em tim bi hev re bûne. Ji xwe ew bû sedem ku min xwend û bûm feqî. Lewre, dema ez zarok bûm ew hingê feqî bû û dema ji gundê xwe “Kût” dihat û  di gundê me “Çorsîn” re bi   tentêla feqiyan, bi rewanmeş û bi lez derbaz dibû û diçû, mirovên gundî ji hev dipirsîn ku “Eve kî ye?” Êwê  ku  ew nas dikirin digotin; “Ew Feqî ye û kurê Qasimê Kûtî ye. Hingê min di dilê  xwe de digot; “xwezî ez jî bibûma feqî” û bi wê vînê min dest bi xwendinê kir û bûm feqî. Piştî hingê li kîjan deverê rastî min dihat şad û kêfxweş dibû ji bû ku ez bûme feqî. Ew çû leşkeriyê, gava bi destûr (izinli) hat, min li “Oxvanis” li ba Seydayê xwe yê Şadrewan Mele Ebdusemed, dixwend. Dema vegerê, hat xatir ji Seyda û feqiyan xwest da ku here bo leşkeriya xwe. Min jî destûr ji Seyda xwest ku digel wî heya Reşadiyê biçim û di wê riyê de biçim. Herim Unsûs ba Seydayê Mele Ebdulah, pertûka metnan bînim da metnê xwe ji ber bikim. Ew bi wê helwesta min gelek kêfxweş bû û em bi ken û kêf ketin rê. Di rê de ji min pirsî got “Tu ji bo kêj pertûkê diçî Unsûs?”  min got “Izhar-Kafî.” Got; “Ew pertûka min heye” û parçeyek kaxiz nivîsî, da min û got; “Here vê kaxizê bide birayê min Hebîb bila bide te.” Ez çûm, min pertûk anî û ez gelek pê şad bûm.

Piştî ku ji leşkeriyê vegeriya êdî neçû medresê û dest avête karê aboriyê. Ji alîkî ve avahisazi, alîkî ve necarî û alîkî din ve bazirganî dikir. Hindê ku behredar û xwedî qabiliyet bû. Bêyî ku şagirtî bike di van sê pîşeyan de jî, bû hoste û pispor.
Bi van karên xwe re ji xwendinê jî hîç ji para nedima. Di piraniya şevan de pirtûk dixwendin. Li kê deverê navê pertûkek balkêş bibihîsta bi her mercê, xwe digihandê û ew dianî û dixwend. Gelek caran, ji xwe re hevalek peyda dikir û bi hev re dixwendin. Pertûkên wêjeyî, civaknasî, felsefî, dîrokî, erdnigarî, asumanasî, huqûqî û romanên şoreşgerî gişt bi tena xwe an jî bi hevalekî re dixwend. Mebesta  wî her ew bû ku xwe têbigihîne û ji bo azadiya gel û rizgariya welêt têbikoşe. Binaxeya hestê niştimanperweriyê di dilê wî de ji alî Seydayê Gewre Şadrewan Mele Osmanê Xorosî ve hatibû avêtin. Lewre li bal wî dixwend û ew jî ji bo gel û welêt dilsoj bû. Ez dema 14 salî bûm rojekê sala 1946’ê, bi fermana seydayê xwe Mele Ebdusemed çûm Kurtikan ku pirsa rewşa seydayê gewre bikim û bêjim ka çi qewîtiya we ji bo seydayê min heye? Gava ez gihîştim gund êvar nêzik bû Seydayê gewre li ser banê mizgevtê rawestabû ez jî derketim ser banê û min destê wî ramûsa. Wî ji min re dua kir û pirsa seyday min kir. Paşê got; “Feqî! Ca were nêzik” û li ber guhê min bi nihênî got ji seydayê xwe re bibêje, li Mehabadê dewlata Kurdistanê hat li darxistin.” Dema ku ew qise got bi alî Rojhilatî ve işaret kir. Min nihêrî ku li asoyê rojhilat ewirne sor û gelek qeşeng dixuyên. ji min ve bû ku ew pertewa dewleta me ye ew çend rind. Ji wê demê paş hestê netewî di min de jî avabû.

Feqî Huseyn gelek nivîs û gotar di rojname û kovaran de diweşandin û bi welatparêzî û rewşenbîriyê navdar bûbû û gelek caran hat girtin û zindan kirin. Lê ew zindanan, jê re bûn medrese. Lewre çi dema ew dihat girtin gelek zanyar û rewşenbîr jî dihatin girtin û di zindanan de bi hev re dixwendin. Li derve Feqî  hem kar dikir û hem dixwend, hem jî ji bo bi hevrexwendinê li hevalan digeriya. Lê di zindanê de hemû rojgarê xwe dida xwendinê û heval jî pir bûn. Ji bo têgihîştin û zanabûnê, zindan jê re fersend bû û tevahiya demên xwe dihêjand. Gava dihat berdan, li xwendin û li azadîxwestinê bêhtir sor dibû. Hin caran biryara girtina wî didan wî xwe nedida dest û dibû firar. Lê di firariya xwe de diçû bal zanyar, rewşenbîr û nivîsarên bi nav û deng û bi wan re li ser ziman û wêjeya kurdî dixebitî. Sala 1962 yê ji min re got ku “Min pirtûkekê gelek rind peyda kiriye were em bi hev re bixwînîn.” Min lê nihêrî ku navê wê; “Di welatê zembaqên sipî de” ye. Me ew pirtûka hemû bi hev re xwend û her wisa gelek pirtûkên din jî me xwendin.
Feqî Huseyn mirovekî rewanbêj, qisexweş û zimanparav bû. Bi her kesî re dikariya bi hêsanî têkilî deyne. Nefesa wî wek şinebayekî hênik û bêhnxweş bû. Bi vê yekê dilên guhdaran cûş dida. Gotinên wî watedar û şêrîn bûn û di nav seranserê welêt de bûbûn wek metelok û zargotin. Rojekê Şêx Bedredînê mala Seyda hate pey min ku ez benzînxaneya wan tamîr bikim. Ez çûm, min çêkir û ji min re got; “Deynê min  çend e?” Min got “2.500 banknot” li gor diravên hingê. Got; “Tu jî dixwazî talanan vegerînî?”  Min got “Talanên çi?” Got; “Çend roj berî Şêx Tahayê Arvasî, hatibû mala me di nav sohbeta xwe de got; “Ez vê sibeyê li Tetwan peya bûm û çûm dikana Feqî Huseyn. Me hev dît û em çûn qehwexanê rûniştîn. Diravê hûr bi min re nebûn, min 10 banqnot da Feqî, min got; “Bi banqnotekê biskuvî bîne em bi çayê re bixwîn.” Feqî çû û dema hat min dit 2 qutiyên 5 kîlo ber singa wî û wan biskuviyan li hemû gelên qehwexanê de, dabeş dike. Min got; “Feqî! tu çi dikî?” got: “Şêxê min ez talanê bav û kalê wan li wan vedigerînim.” Min got; “Talanê çi?” Got; “Bav û kalên we şêxan bav û kalên wan xapandine û malê wan xwarine. Ez jî li wan vedigerînim.” Min got; “Ma malê wan ji xwe 10 banqnot bû?” Got; “Na, ew çend, ket destê min eger zêdetir ketiba destê min, min dê ew jî li wan vegeranda.”

Feqî, mirovekî hestyar, dilovan, dilpaqij û rajebexş bû. ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û hevalan bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dida û têdikoşiya. Ez di sala 1970 yan de hatim girtin û dadgeha Bedlîsê ya Tawanên Giran biryara girtina min da. Roja din Feqî, li ser navê min itiraznameyekê da nivîsandin û anî zindanê, min îmze kir û bire bal dadger. Lê dadger jê re dibêje ku; “Biryarên dadgehên biçûk tên ihtiraz kirin li bal dadgehên mezin ve. Lê ev dadgeha mezin e, biryarên vê nayên ihtiraz kirin.” Li ser vê gotinê Feqî diçe mal. Wê şevê ranazê û heya sibehê li qanûn-nameyan dinhêre heya dibîne ku biryarên dadgehên tawanên giran jî tên ihtiraz kirin. Li bal dadgehekê, tawanên giran ya bajarekî nêzîkî wî bajarî serê sibehê diçe bal dadger û wê xalê şanî wî dide. Li ser vê dadger imza dike û belgedanga min bi lezgînî dişîne Mûşê û dadgeha Mûşê, biryara girtina min pûç kir û ez hatim berdan.                 

Feqî Huseyn xweşsohbet, şên û şatir bû. Di her warî de li ser mijaran bi nermî û bi zimanê şêrîn lê sor dibû hevalê xwe bi zanistî iqna dikir. Di geşteke xwe de ez çûm Amedê, Feqî jî hingê li wir bû. Me li otêla “Doxu Palas” hev dît û em ji hev re şad bûn. Wî gote rayedarê otêlê; “Wî nivîna di odeya min de mede kesî. Bila ji mêvanê min re bimîne.” Û em derketin çûn bajêr. Dema razanê em hatin odeya xwe û çûn ser cihên xwe. Wî got; “Şeva din di cihê te de yekî file dima û me heya sibehê sohbet kir û em hîç ranezan. Serê sibehê xatir ji min xwest û got ‘hêvîdarim ku ez careke din jî ne rastî te û ne jî rastî muslimanekî wek te bêm” min got; “Çire?” Got; “Ditirsim ku careke din jî rastî te bêm; ji ola bav û kalê xwe bibim û bêm ser ola te!..”

Feqî, gelek berhemên giranbiha li pey xwe yadigar hiştin. Çendek ji wan hatin çapkirin. Sed muxabin ku gelek amadekariyên wî hatin girtin û sotin. Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji alî wî û hin hevalên bi rêz ve hat saz kirin ez jî bûm endamê wê û em dîsa bi hev re bûn. Me di Enstîtuyê de ji Pênc kesan Şadrewan Feqî, Ez, Mele Reşîd Irgat, Mele Kerem Soylu û Mele Celadîn Yoyler, me encumena wêjeya klasîk saz kir û me Feqî bo serokatiya wê encumenê hilbijart. Serê her mehê ez û Mele Reşîd Irgat em bi şev ji Îzmîrê siwar dibûn, serê sibehê li Stenbol peya dibûn û yekser diçûn mala Feqî. Piştî ku me çendek bi hev re dixwend, em hersê bi hev re diçûn Enstîtuyê û digihiştin civîna xwe. Bi vê rewşê di van çend salên dawiyê de me jiyaneke wesa xweş borand.

Hevalê Feqî, di dawiya temenê xwe de, berhemeke gelek hêja û giranbiha bi navê “Dîroka wêjeya kurdî” amade kir. Di vê pirtûkê de, ji despêka ola islamê   heya dawîya çerxa 20 an hemû wêjevan, helbestvan û zanyarên kurd hatine tomarkirin. Bi zaravayê kurmancî û bi têkstên rewan û xweşxan nivîsiye. Lê sed mixabin dema ev pirtûk hat çapkirin ew di komayê de bû û wî ev berhema xwe, çapkirî nedît. Ji bilî vê berhemê, xwe ji gelek berhemên din re jî amade kiribû lê ecelê, fersend neda. Piştî ku nêzikî çar mehan wê nexweşiya sext borand 12 yê adarê, sala 2003 an li bajarê Stenbolê bi alî serayê cawidanî ve lezand. Cenazeyê wî bi merasimeke gelek mezîn û bi beşdariya gelek zanyar û rewşenbîran, bo welatê wî hat veguhestin. Li bajarê Tetwanê bi axa dildara wî hat spartin. Rewanê wî şad û kamran be.  24.4.2003

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar