söndag 18 december 2011

ÇAREMÎN SALVEGERA MIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN









Axaftin: Hekîmê Luqman
                                                                                                 

Mele Îsmet di sala 1932’yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatiye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçiyan e.

Seyda di zaroktiya xwe de destpê bi xwendina medreseyê dike û dibe feqî. Xwendina xwe pêşî li gundê xwe dike. Çendek dû re diçe Ûranis li ba Mele Evdisemed feqîtî dike. Feqitiya xwe 12 salan didomîne hetanî ku di sala 1958 de îcazetê hildide û dibe mela. Li vir ew û hevalê xwe Feqî Huseyn bi hev re dixwînin. Ev ji me re mînakeke gelek balkêş e.

Piştî xwendina xwe diqedîne diçe gundan meletî dike. Seyda li gundên Tetwanê Pirûs, Kinasor, Sorp, Avetax, Sûlih, Çorsîn û Axkîsa Golê melatî dike. Li Qeregunduza Wanê, li taxeke Xelatê, Qilîçiyan û Moriyana Milazgirê û dawî de jî Melikavaya Elbakê melatî dike û di sala 1992’yan de teqawit dibe. Piştî ku teqawit dibe koçî Îzmîrê dike û li wir ciwar dibe. Li Îzmîrê 14 salan dimîne û dawî de bi qezaya trafîkê di roja 3’yê tebaxa 2006’an de jiyana xwe ji dest dide û diçe li ser dilovaniya Xweda. 5’ê tebaxê li gundê Çorsînê bi girseyeke mezin tête veşartin.

Dixwazim piştî van agahiyan derbasî aliyên Seyda ku têkiliya wan bi xebatên me yên Kurdî Derê ve heye. Ew jî; welatparêzî, hezkirina zimanê kurdî, hezkirina wêjeya kurdî, hezkirina çand û dîroka kurdî ne.

Seyda welatparêz bû û welatparêziya xwe ji du cihan hildide. Dixwazim van her du cihan li vir bînim zimên. 

1- Mele Îsmet ji bavê xwe welatparêziyê hildigire: Bavê Seyda Hacî Evdirehman di serê sedsala 20’an de koçî Stenbolê dike û li wir di nava Komeleya Pêşvebirina Kurd (Kûrt Tealî Cemîyetî ) de cih digire. Piştî vedigere Çorsîn jî ramanên xwe yên welatparêzî didomîne. Seyda jî dimîne di bin bandora ramanên bavê xwe de.
2- Mele Îsmet ji seydayê xwe Mele Evdisemed û medreseya wî welatparêzî hildigire. Medreseyên herêmê bi zimanê kurdî perwerdehiyê didan. Feqîyên ku di xwendina medreseyan de diborîna ger welatparêz jî nebûna ji xwe dibûne xwediyê çandeke kurdewarî. Loma di medreseyan de perwerdehî bi zimanê kurdî dihat dayîn û kesayetên kurd yên mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran Melayê Cizîrî û hwd dihatin xwendin. Îcar seydayê medresê xwediyê fikrên kurdewarî bûya feqî yekcar dimane di bin bandora seydayê xwe de. Mele îsmet jî mîna hevalê xwe Feqî Huseyn welatparêzî û evîna zimanê kurdî ji seydayê xwe Mele Evdisemed hildigire.

Seyda evîniya xwe ya zimanê kurdî di jiyana xwe de her tim dide nîşan. Wisan e ku di dema melatiya xwe di civat û mizgeftê de waaz û xutbeyên xwe jî bi zimanê kurdî dide. Piştî ku teqawit dibe yekcar dikeve nan xebatên zimanê kurdî de.

Xebatên wî yên di derbarê zimanê kurdî de em dikarin wiha rêz bikin:

1.
Sala 1992’yan de di avakirina Enstitûya Kurdî ya Stenbolê de cih digire. Dibe endamê senatoya enstitûyê.
2. Sala 1993’yan de li Îzmirê Navenda Çand û Pîşeya Aryayê de dersên zimanê kurdî dide û heya ew navend ji alîyê dewletê ve tê girtin ew karê xwe didomîne.
3. Di nava xebatên avakirina TZP-Kurdî de cih digire û piştî ava dibe wek endamekî meclîsa TZP Kurdî ya Îzmîrê di nava van xebatan de jî cihê xwe digire. Wisane ku TZP Kurdî jî Seyda ji bîr nake û piştî mirinê wî wek 1. şehîdê TZP Kurdî diyar dike.

Kurê Seyda Hozanê Bengî di derbarî evîniya bavê xwe ya li ser ziman û welat de wiha dibêje:
“Di hemû jîyana xwe da bi taybetî xizmeta du tiştan kir;Welatê xwe û netewa xwe. Hemû jîyan û projeyên wî, bi pirs û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bûn. Hemû axaftinên wî yan li ser van babetan dest pê dikirin, yan jî bi wan kuta dibûn. Bi vî awayî jîyana hemû çarnikarê (dor û ber) xwe jî bi wan pirsan ve girê dabû.”

Mele Îsmet ne tenê pisporekî zimanê kurdî bû wî her wiha Farisî, Erebî û Osmanî jî rind dizanîya. Dîsa zaravayê Soranî jî baş dizanîbû. Xebatên xwe jî li ser bingeha zanîna zimanên biyanî avakiribû. Ji erebî û farisî çend pirtûkên giranbiha wergerandine kurdî. Dîsa hinek pirtûkên kurdî ku bi tîpên erebî hatine nivîsîn Seyda ew wergerandine tîpên latînî.

Seyda bixwe jî di derbarî girîngiya zimanê kurdî de paş ve gav navêje û dibêje ku bila nivîskarên kurd tev bi zimanê xwe binivîsin. Di vî warî de wiha dibêje:
“Ez dibêjim, dijminayiya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kuşt, dêmek ku wî sîlehek çêkiriye ku zimanê mirov bikuje. Niha rexne li Ozgur Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tiştên xweş dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadiya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizaniya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebiyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin”

Ziman hêmaneke jiyanê ye û wisan mîna mirovan jî xwediyê jiyanekê ye. Ger ziman di nava jiyanê de nebe ew dem ziman bixwe jî jiyana xwe winda dike. Seyda vê tiştê rind dizane û li ser vê mijarê jî bi tundî disekine. Divê ku kurd hemû di malên xwe de bi zarokên xwe re her tim bi kurdî biaxivin. Ger wiha nebe Seyda dibêje dê piştî neslekî din kurdî ji holê rabe. Ango Seyda li ser xwepişaftinê bi giringî diraweste û dixwaze ku kurd xwe nehelînin û qir nekin. Ji bo vê jî gotina wî wiha ye:

“Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vê rewşê bidome, heya bîst, sî salên din kurdî xelas dibe, lewra her kesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Wexta bi tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî kurdî ji bîr dikin, kurdî nizanin. Piştî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi kurdî nizanin, wê demê kurdî jî bi wan kesan re dimire, kurdî namîne, neslekî ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibe, ji kurdî derbasî tirkî dibe, ji me re nabe nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînê kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoşim û di vê têkoşîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înşaallah ez ê bi ser bikevim.”

Em jî dibêjin înşelah em ê bi ser kevin. Lê ev jî di destê me de ye. Ku em bi kurdî biaxivin em ê ser kevin lê ku em neaxivin em ê zimanê xwe winda bikin. Piştî ku ziman winda bibe çanda me dîroka me wêjeya me û hemû tiştên ku me wek kurd nîşan didin dê winda bibin. Ev jî çawan ku Seyda dibêje tê wateya qirbûnê. Belê dê qelafetê me bimîne lê qelafetê me ji qelafetên tirk, ereb, faris û îngilîzan ne cuda ye. Loma cudahî di ziman û çanda me de ye.

Belê Seyda çu rehma Xweda lê şîretên wî mane. Madem em îro wî bi bîr tînin werin em ji bo Seyda şîretên wî bînin cih. Em hemû soz bidin xwe pêşî bi zarokên xwe re û wisan hemû kesan re bi zimanê xwe biaxivin. Ger wiha nebe li gor min bîranîna me ya li vir bê wate dimîne. Armanca Kurdî Derê jî ev e ku li ser Mamê Feqî û Mele Îsmet panel û bîranîn li dar dixe. Ger ev armanc nebûya me dikariya di mala xwe de êvareke înê fatiheyek ji ruhên wan re bixwenda û qet neketina zehmetiyan jî.

Bi hêviya zehmetiyên me bigehîjin armanca ku Mele Îsmet dixwaze ez we silav dikim.

Berhemên Seyda ev in:

1. Pêşewa Qazî Muhamed ( wergera ji farisî, weşanên Doz 2006)
2. Dîroka Navdarên Kurd (wergera ji farisî – Mele Îsmet û Mele Reşît, li ber çapê ye)
3. Mishefa reş (çap nebûye)
4. Kîtabi cilwe (çap nebûye)
5. Ol û Neteweya Kurd di Şûna Îslamê de (ji Erebî – çap nebûye)
6. Dîwana Feqiyê Teyran (tîpguhêzî – Mele Îsmet û Mele Reşît, weşanên Enstîtûya Kurdî Stenbol)

4 Tebax 2010, Izmir

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar